Welatiyên Amûdê li dijî giranbûna nirxên keresteyan xwe pêşan didin

Welatiyên Amûdê li dijî giranbûna nirxên sotemenî û nan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, nerazîbûna xwe nîşan didin
Dîmenek ji xwepêşandana Amûdê - 23/9/2021
Dîmenek ji xwepêşandana Amûdê - 23/9/2021

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî giranbûna nirxên sotemenî û nan û ji ber rewşa aborî ya xirap, hejmarek ji welatiyan dest bi xwepêşandanekê kir.

Li gor zanyariyên K24ê, îro ji danê sibê ve hejmarek ji welatiyên li nava bajarokê Amûdê derketin ser riya sereke ya bajêr û nerazîbûna xwe li dijî giranbûna nirxên sotemenî û nan û ji ber rewşa aborî ya xirap nîşan dan.

Xwepêşandaran li pankartan siloganên wek (Welatê petrolê birçî ye. Giranbûna nirxê keresteyan dibe sedema hejarî, nezanî, madeyên hibir û tawanan. Girabûna nirzan, sedema koçberkirina bi zorê ye) nivîsandine.

Di dema dawî de Rêveberiya Xweser nirxê mazotê bilind kir, pê re jî nirxê gelek kereste û pêdiviyên din ên jiyanê giran bûn, welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji wê yekê bi gilî û gazinc in.

Ev di demekê de ye, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê zêdekirina nirxê sotemenî û nan, ferzkirina bacan û girtina siyasetmedar û çalakvanan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, duhî biryar da, dest bi mangirtinan bike.

ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Desthilatdariya PYDê bi kiryarên xwe û astengkirina debara jiyana welatiyan, dixwaze  careke din gelê me koçber bibe.”