DAIŞ berpirsyariya êrîşa li Kelarê girte ser xwe

Di êrîşê de 2 welatî şehîd bûbûn û hejmarek welatî jî birîndar bûbûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina DAIŞê bi daxuyaniyekê berpirsyariya kiryara terorîstî ya li ser rêya Kelar – Kifrî ya li başûrê Silêmaniyê girte ser xwe, ku di wê êrîşê de 2 welatî şehîd bûbûn.

DAIŞê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrîşa terorîstî ku şeva 21ê vê mehê encam dabûn û çekdarên DAIŞê li ser rêya serek ya Kelar – Kifrî êrîşî hejmarek welatiyan kiribûn, girte ser xwe.

Di encama wê êrîşa terorîstiyê de 2 welatiyên bi navên Cêgir Xelîfe û Yûsif Îhsan şehîd bûn û hejmarek welatî jî birîndar bûn.

Çekdarên DAIŞê bi danîna rêbendekê, welatiyên li ser rê dabûn sekinandin û ji wan nasnameyên wan xwestibûn.

Bajarê Kelarê ser bi îdareya Germiyanê ya Herêma Kurdistanê ve ye û li ber çemê Sîrwanê ye. Zêdetir ji 250 hezar kes lê dijîn.

Di êrîşa terorîstiyê de 2 welatiyên bi navên Cêgir Xelîfe û Yûsif Îhsan şehîd bûbûn