Desteya Geştûguzariyê: 2 milyon û 500 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê

Li gor heşt mehên sala borî, îsal hatina geştyaran %31 zêde bûye.

Hewlêr (K24) – Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; nêzîkî 2 milyon û 500 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê, li gor heşt mehên sala borî, îsal hatina geştyaran %31 zêde bûye.

Li gor berawirdkirina du salên borî yên belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û karantîna û girtina balafireh û sînoran, hatina geştyaran îsal zêde bûye.

Niha mercê çûnûhatina geştyaran di navbera welatan de, hebûna testa Koronayê û wergirtina her du dozên vaksînê ye, ku weke du belgenameyên cîhanî ji aliyê geştyaran ve têne bikaranîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, di nava du salên borî de, hemû rêkarên xweparastina ji belavbûna vîrusa Koronayê cîbicî kirine, ji daxistina deriyên sînorî heta qedexekirina hatûçûn û girtina temamê hotel û xwaringehan, ku li gor rênimayên tendirustî yên cîhanî, faktorên bi bandor in ji bo belavbûba vîrusa Koronayê.