UNICEF li ser rewşa zarokên Iraqê hişyarî dide

Rêxistina UNICEF nîgeraniya xwe li ser rewşa zarokên Iraqê nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina UNICEF nîgeraniya xwe li ser rewşa zarokên Iraqê nîşan da û ragihand; ji her pênc zarokên Iraqê çar zarok ji dibistan û malê rastî îşkenceyê tên.

UNICEf ku rêxistina ser bi Neteweyên Yekbûyî ye, li ser rewşa zarokan hişyarî da û bi daxuyaniyekê ragihand; ji her pênc zarokan çar zarok li malê an jî li dibistanê rastî îşkenceyê tên. Herwiha ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku kesên tawanên bi vî rengî dikin, bila werin dadgehîkirin.

Ev piştî wê yekê hat ku roja pêncşemê, vîdyoyek li ser medyaya civakî ya Iraqê hat belavkirin ku bavê zarokekî bi tundî îşkence li zarokê xwe dike.

Li ser vê mijarê, ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand; biryara desteserkirinê ji bo bavê wî zarokî hatiye derxistin.