Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke metranên Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Îlona 2021ê pêşwazî li şandeke metranên Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê kir.
Di hevdîtinê de, rewşa Kirîstiyanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hat guftûgokirin.
Şanda metranên Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê pesnê ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê da û amaje bi wê dan ku Herêma Kurdistanê take cihê li Iraq û navçeyê ye ku Kirîstiyanî tê de bi aştî û aramî dijîn û mafên wan parastî ye.
Herwiha Şanda metranên Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê rola Serokê Hikûmetê di piştevanîkirina li mafên pêkhateyan, encamdana çaksaziyên Hikûmeta Kurdistanê û derbaskirina qeyranan de bilind nirxandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo zêdetir pêşvebirina çanda lêborînê, pêkvejiyana aştiyane, azadiya olî û rêzgirtina li mafên mirovan dubare kir.