Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê, sed sal in gelek êş kişandine

Nêçîrvan Barzanî: Sed sal in li Iraqê heman şaşî tê dubarekirin.

Hewlê (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa “Iraq… Qedereke trajedî) li Hewlêrê de ragihand, “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve, sed sal in gelek êş kişandine! Mixabin piştî sedsalek jî hê jî gelê Kurdistanê her li pişt bidestanîna mafên xwe ye.”

Îro Şemî 25.09.2021 bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyoz, Konsol, Nûnerên welatên biyanî, berpirsên îdariya Herêma Kurdistanê, mamostayên zanîngehê û kesên akademî, li Hewlêrê konferansa (Iraq… Qedereke trajedî) birêve çû.

Di konferansê da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek di derbarê rewşa siyasî, kêşeyên Iraq û çareseriyên wê pêşkêş kir û tê de ragihand, “Bêguman gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve, sed sal in gelek êş kişandine! Mixabin piştî sedsalek jî hê jî gelê Kurdistanê her li piştî bidestanîna mafên xwe ye. Wekî çawa herdem tirsa wê ji berê hebû, îro jî hê jî tirsa wê ji niha û ji paşerojê jî heye!”

Herwiha got: “Iraq, wate welatê pêkhateyan. Her li destpêka damezrandina wê ve ji sê wîlayetên Mûsil û Bexda û Basra pêk hatiye. Ew sê wîlayet li gor hilkeftina cografî û pêkhatê kultûrî ji hev cûda bûn.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Kêşeya sereke ya Iraqê wekî her welateke fireh netewe û fireh mezheb, pêkhatiye ji kêşeyên li ser desthilatê. Ewe diyardeyeke siruştiye ku li welateke wiha de aliyên siyasî nêrîn û rayên xwe yên cûda hebe. Ewe dema dibê girift ku aliyek bixwaze nêrîna xwe li ser hemû aliyên din da bisepêne, yan ji bo yek alîkirina kêşeyan, hêvî ji bo bikaranîna hêz yan sizaya wan bibe, rêk wekî ewê herdem li Iraqê de rû daye.”

Diyar kir jî: “Her li destpêka damezrandina dewleta Iraqê li sala 1921 ve, li Bexda eqliyeta hêz hakim bûye ku ew hemû karesat û êşên li ser vî welatî da anî! Iraqeke gelek dewlemend bi samanên xwezayî, dewlemend bi samanên mirovî, dewlemend bi pêkhateya neteweyî û olî û fireh kultûrî, li pêgeheke cografya stratejî da, eger ew eqliyete nebûya, niha yek ji welatên bihêzên navçeyê dibû!”

Herwiha got: “Sed sal in li Iraqê heman şaşî tê dubarekirin. Wane ji ezmûna tehl û şikesta piştî şikestê, li şerê piştî şer û li wan hemû bac û malwêraniyan wernagrê ku gel û pêkhatên Iraqê dîtine!”

Tekez kir jî: “Ji bo ku Iraq bibê welatê hemûyan, bibê welateke aram û avadan û pêşketî, bibê hêviya jiyanê ji bo nifşên niha û paşaerojê, divê em hemû bi wêrekî û curetê ve şaşiyên berê qebul bikin û xwest û hewesa xwesepandin û çendbarekirina berê, dev jê berdîn.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Kod û Kilîla çareserkirina kêşeyên Iraqê, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistane li gel Bexda. Sed sale Bexda naxwaze kêşeyên gelê Kurdistanê çareser bike, sed sale Iraq nearame! Sed sale hemû şiyan û dewlemendiyên Iraqê, ji bo kirîna çek û şer têne xerc kirin û ji bilî li malwêranî û karesat û êşên bê rawestan, tişteke din ji bo Iraqê pêk neaniye!”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ewê dixwazim bibêjim ew e: Aramiya Hewlêr û Bexda bi pêkve hatine girêdan. Hewlêr û Bexdayê aram, wate Iraqeke aram ji bo xwe û ji bo rojhilata navîn. Ji bo wê yekê civaka navdewletî jî erk li ser e û divê yarmetiya Iraqê bide ji bo çareserkirina kêşeyên wan.”

Destnîşan kir jî: “Herêma Kurdistan piştî rejîma berê, xwastiyane wekî herêmeke federal bûye beşek ji Iraqê, wate divê hevbeşeke rasteqîne bê li dewleta federalî da. Beşdareke rasteqîne li desthilat da bi hemû formên xwe ve ku min behs kir divê hebe.”

Got jî: “Eger desthilata federal li Bexda mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bide, Herêma Kurdistanê jî erkên destûriyên xwe gelek bi başî ve bi cîh dike.”

Tekez kir jî: “Ezmûnên berê nagunce û serkeftî nabe tenê yek pêkhate bixwaze hukmê Iraqê bike û pêkhatên din îhmal bike. Rejîmên berê ew rêyê ceribandin û şikest xwarin, baca wê jî hemû gelên Iraqê da.”

Niha jî piştî wan hemû ezmûn û serpêhatiyên tehl, peyama Herêma Kurdistanê li Iraqa Federal da, pêkhatiye ji peyama aştî û tebayî û pêkvejiyanê. Vexwendinê ji bo hemû hêz û aliyên Iraqiyan dikim ku em hemû pend ji berê werbigrîn û pêkve bi nêrîn û têgihiştin û hizreke vekirî hevbeşiyeke nû li kêşeyên welat û çareseriya kêşeyan binêrîn û çareser bikîn! Ezmûn selmand ku diruşm bi tenê, hîç kêşeyek li vî welatî da çareser nake! Divê bi rastbînî û bi xwendineke rast li kêşeyan binêrîn û çareseriya wan peyda bikîn!

Peyama me li Herêma Kurdistanê pêkhatiye li komkirina hemû hêzan ji bo girêbest û qonaxeke nû li Iraqê, ji bo zêdetir xizmetkirin û ferahemkirina jiyaneke hêja ya bi welatiyan. Proseyeke çareserî ku hemû têda serkeftî bin û aştî û aramî li gel xwe da pêkbîne, pêwîstî bi me hemûyane, bi piştrastiyê ve kes jî li vê proseyê da zêde nîne.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Di Iraqa nû de, divê piştrastî û bawerî hebe! Ji bo çareseriyê, divê her yek ji me hengavek zêdetir bi pêş ve biçin.”