Pispor: Li Tirkiyê partiya Kurdan înkar bike nikare bibe desthilat

Li Tirkiyeyê di rojeva siyasî de meseleya Kurd wek babeteke sereke cîh digire û tê nîqaşkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê di rojeva siyasî de meseleya Kurd wek babeteke sereke cîh digire û tê nîqaşkirin.  Partiya sereke ya opozîsyona vî welatî CHP amaje kir pêwîst e kêşeya Kurd bi rêya siyasetê di parlamentoyê de were çareserkirin. Lê aliyê desthilat AK Partî û MHP bi daxuyaniyên xwe hebûna kêşeya Kurd red dikin. Li gor pisporan Kurd li Tirkiyeyê bo diyarkirina encama hilbijartinan faktoreke sereke ne, partiya ku kêşeya Kurd înkar bike nikare bibe desthilat.

Nîqaşa li ser kêşeya Kurd ku bi axaftina Serokê CHP li Tirkiyeyê di rojeva siyasî de ku wek babeteke sereke cîh digire herî dawî bi daxuyaniya Serokkomarê Tirkiye û Serokê Ak Partî Recep Tayyîp Erdogan zêdetir berdewam dike.

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu bal kişand ser hebûna kêşeya Kurd, banga çareseriyê kir û ragihand ew dikarin li gel HDP li parlamentoyê vê kêşeyê çarser bikin.

Rojnamevan Oral Çalişlar amaje dike daxuyaniya serkirdeyê CHP tesîr li ser hilbijêrên Kurdan dê bike.

Rojnamevan Oral Çalişlar ji K24ê re got: “Axaftina li ser meseleya Kurd a CHP dike bi min nîşaneya guhertineke mezin a vê partiyê ye. Çimkî salên berê CHP kêşeya Kurd înkar dikir lê niha hewla çareseriyê dide. CHP niha hewl dide ku li nav Kurdan bibe partiyeke karîger û ev axaftinên dawî jî nîşaneya vê yekê ye. Partiya ku Kurdan înkar bike di hilbijartinan de têk diçe. Derûdora 12 milyon dengdêrên Kurd li vî welatî hene ku tesîreke mezin li encama hilbijartinan dikin.”

Li gel CHP partiyên din ên opozîsyonê jî kêşeya Kurdan yek ji kêşeyên sereke yê vî welatî dibînin. Lê belê Partiya Netewperest a Tirk MHP bi awayeke tundî hebûna vê kêşeyê red dike. Piştî MHP, Serokê AK Partî Recep Tayyîp Erdogan li Amerîkayê der barê mijarê de wiha axivî: “Kêşeyeke wiha tune ye. Me ev kêşe zû da çreser kir û xilas bû.”

Li gor lêkolînerê nêzîkî desthilatê Îhsan Aktaş, Erdogan bi axaftina xwe balê dikêşîne ser çareserkirina kêşeyên mezin ên Kurdan.

Lêkolîner Îhsan Aktaş dibêje: “Bi ya min Erdogan bi vê axaftina xwe mesajeke wiha dide: ‘Me piraniya kêşeyên Kurdan çareser kir.’ Mebesta wî ew e ku dixwaze bêje: ‘Kurdekî li vî welatî bi hêsanî xwe digihîne hemû xizmetên dewletê.’ Ji xeynî meseleya perwerdehiya zimanê Kurdî û meseleya li ser nasname kêşeyek nemaye ku nehatibe çareserkirin.”

Roja yekşemê ji aliyê HDP ve deklaresyonekê wê were ragihandin ku tê da meseleya Kurd û rêbaza çareserkirina wê jî dê cîh bigire. Tê çaverêkirin heta demekê din jî di rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de meseleya Kurd wek babeta sereke dê cîh bigire û partiyên siyasî jî li gor wê hin gav dê biavêje.