Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê pirsên navçeyê guftûgo dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê Eric Chevallier kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî êvarê 25/9/2021 pêşwazî li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê Eric Chevallier kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Herwiha di civînê de rewşa siyasî, proseya hilbijartinê û pêşbîniyên bê yên proseya siyasî li Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên DAIŞê û astengiyên li pêş Iraqê hatin guftûgokirin.

Her du aliyan daxwaza hevbeş a pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Fransayê re nîşan dan û hevnêrîn bûn ku Fransa û civaka navdewletî dikarin hevkar û alîkar bin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiyê li Iraqê ku dê bandora wê ya erênî li ser aramî û ewlehiya navçeyê jî hebe.

Derfeta weberhênan û sermayeguzariya zêdetir a Fransa li Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Sûriyê û navçeyê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.