Firokeyên Rûsî êrîşî baregehên çekdaran li Efrînê kirin

Di encama êrîşê de hejmarek çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Rûsyayê îro careke din bi mûşekan êrîşî pêgehên grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve li navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, firokeyên şer ên Rûsyayê îro danê sibê bi mûşekan êrîşî armancên li derdora gundên berad û Basilê yên navçeya Şêrewa kirin.

Li gor zanyariyên wî jêderî, di encama êrîşê de 3 çekdar hatine kuştin û zêdetir ji 10 çekdaran jî birîndar bûne.

Ev di demekê de ye, di du rojên dawîn de, firokeyên şer ên Rûsyayê baregehên grûpa Cebhe El-Şamiyê li gundên Basûfan û Basilê yên navçeya Şêrawa bombebaran kiribûn.

Navçeya Şêrewa li rojhilatê başûrê Efrînê ye û piraniya gundên wê navçeyê di Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve hat dagîrkirin. 12 gundên wê navçeyê hîn jî di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne û xalên hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsî jî lê hene.