Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê kir

Balyozê Fransa pesnê çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26/9/2021 pêşwazî li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê Eric Chevallier kir.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast. Serokwezîr amaje bi pêwendiyê dîrokî û dostane yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê kir û spasiya piştevaniya berdewam a Fransa ên di qonaxên cuda de ji gelê Kurdistanê re kir.

Balyozê Fransa ameja bi geşepêdana aborî û avedanî ya li Herêma Kurdistanê hest pê kiriye kir û pesnê çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan bi Herêmê re nîşan da.

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê, mijarên din ên civînê bûn.