Berga çarem a pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd derket

Çapa yekem a berga çarem a pirtûka Serok Mesûd Barzanî, li bajarê Hewlêrê di meha Tebaxa 2021ê de hat çapkirin.

Hewlêr (K24) – Berga çarem a rêzepirtûkên Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd a ji nivîsa Serok Mesûd Barzanî bi navnîşana Şoreşa Gulanê kete ber destê xwendevanan.

Berga çarem a pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd ji du beşan pêk tê. Beşa yekem a vê pirtûkê 616 rûpel û beşa duyem jî 488 rûpel e. Di nav pirtûkê de çendîn wêne û dokument jî hene.

Çapa yekem a berga çarem a pirtûka Serok Mesûd Barzanî, li bajarê Hewlêrê di meha Tebaxa 2021ê de hat çapkirin.