Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê hejmarek saylo û kargehan vedike

Girîngîdana berhemên navxweyî beşek e ji bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêm Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêm Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêm Kurdistanê Mesrûr Barzanî hejmarek saylo û kargehên projeya bazarkirina genimê cotkaran li parêzgeha Hewlêrê vedike.

Îro duşemê 27ê Îlonê, di demjimêr 11:00ê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmarek saylo û kargehên projeya bazarkirina genimên cotkaran li parêzgeha Hewlêrê vedike.

Girîngîdana berhemên navxweyî û firotina berhmenên cotkaran, beşek e ji bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de jî hikûmetê dest bi projeya bazakirina genimê cotkaran kiriye û hejmarek saylo û kargeh li deverên cuda cuda çêkirine û beşek ji wan ketinê warê cîbicîkirinê.

Projeya bazarkirina genimê cotkaran, ji avakirina 4 saylo û 11 kargehên berhemên xurekê pêk tê. Di qonaxa yekem de 20 saylo û 5 kargeh têne temamkirin, di qonaxa duyem de jî bîst saylo û 6 kargehên din dê werin temamkirin. Ji bo temamkirina projeyê, heyama du salan hatiye diyarkirin.