Serdana geştiyaran bo Diyarbekirê zêde bûye

Li Diyarbekirê serdema geştiyariyê li gorî sala 2020an baş derbas dibe.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê serdema geştiyariyê li gorî sala 2020an baş derbas dibe ku di 8 mehên pêşî yên sala 2020an de 220 hezar û 209 geştiyaran serdana Diyarbekirê kiribûn, lê di 8 mehên pêşî yên 2021an de ev hejmar gihiştiye 327 hezar û 474 kesan.

Piştî ku di sala 2020an de ji ber belavbûna Vîrusa Koronayê qada geştiyariyê zirareke mezin dît bajarên ku di warê geştiyariyê de bûne remz jî bi xirabî bibandor bûn û yek ji van bajaran jî Diyarbekir e. Li Diyarbekirê îsal rewş ji sala borî baştir e û ji gelek bajaran geştiyar bo geştê berê xwe didin Diyarbekirê û li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê dema xwe derbas dikin.

Cîgirê Serokê Komeleya Geştiyaran a Diyarbekirê Edîp Paçal dide zanîn ku eger wisa berdewam be dê sala 2022an ji sala 2019 ango ji rewşa beriya pandemiyê baştir be.

Edîp Paçal ji K24ê re diyar kir: “Îsal ji bo Diyarbekirê geşt û guzarî baş derbas bû. Her çiqas bandorên pandemiyê berdewam bin jî eleqeya geştiyaran li gorî sala borî gelek baştir e. Ez pêşbînî dikim ku emê sala bê ji reqemên 2019an biborin. Hîn daneyên meha îlonê nehatine ragihandin. Di meha îlonê de ji ber ku hewa hinek hênik dibe eleqe bo deverên germ baştir dibe û xuya ye di dawiya îsal de dê hejmara geştiyaran ji 600 hezarî zêdetir be.”

Geştiyarên ku ji gelek bajarên dûr û curbecur hatine jî Diyarbekirê ji gelek bajarên ku lê geriyane cudatir dibînin û balê dikêşin ku taybetmendiyên Diyarbekirê ên di warê geştiyariyê de derdikevin pêş gelek zêde ne.

Geştiyarekî diyar kir: “Ez ji Izmîrê hatime. Geştek gelek xweş e. Diyarbekir bajarek taybet e. Bi taybetî min xwest li ser Pira Deh Derî ya navdar û dîrokî wêne bikêşim. Diyarbekir bajarek wisa ye ku dema mirov li vî bajarî digere mirov dixwaze careke din jî were. Bi rastî bajarek ji aliyê dîrok û çandê ve gelek dewlemend e."

Herwiha geştiyarek ji dibêje: “Ez ji bajarê Karamanê me. Li Almanyayç dijîm. Cara yekem e têm Diyarbekirê. Mizgefta mezin, Bircên Diyarbekir, Pira Deh Derî, ev hemû berhemên gelek bedew û cawaz in."

Youtuberek ku serdana Diyarbekirê kiriye dibêje: “Ez youtuber im. Li gelek bajaran geriyame. Lê bi rastî Diyarbekir cûda ye. Ti bajar nabin wek Diyarbekir. Ev cara yekem e têm Diyarbekir. Beriya bêm derbarê Diyarbekir de zêde agahiyên min nebûn. Ezê careke din bêm."

Geştiyarek jî diyar kir: “Ez ji Batmanê hatim bo geştê. Em hatin Pira Deh Derî bibînin.”

Li gorî daneyên Wezareta Geştiyarî û Çandê ya Tirkiyê di 8 mehên pêşî yên sala 2020an de 220 hezar û 209 geştiyarab serdana Diyarbekirê kirine; lê di sala 2021an de di 8 mehên pêşî de 327 hezar û 474 geştiyaran berê xwe dane Diyarbekirê ku serdana geştiyaran li gorî sala borî %48.7 zêde bûye.