Xelkê Tirkiyê ji bihabûna kireyên xanî û kelûpelan nîgeran in

Li Stenbolê ji bo protestokirina bihabûna kireyên xaniyan û pêdiviyên sereke yên jiyanê çalakiyek hat lidarxistin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li nav civaka Tirkiyê ev demek e gilî û gazindên mezin li ser bihabûna kireyên xaniyan û bihayên li nav bazaran heye. Li Stenbolê ji bo protestokirina bihabûna kireyên xaniyan û pêdiviyên sereke yên jiyanê çalakiyek hat lidarxistin û daxwaza peydakirina çareyê ji rayedarên vî welatî kirin.

Li Tirkiyê zêdebûna kelûpelên sereke yên jiyanê li nav xelkê wî welatî wek kêşeyeke mezin tê dîtin û axaftin.

Li gel zêdebûna bihayên berhemên li nav sûk û bazaran niha di rojeva civaka Tirkiyê de zêdebûna kireyên xaniyan gelek tê nîqaşkirin.

Bi destpêkirina perwerdehiya rû bi rû li nav zanîngehan gelek xwendekar ji ber zêdebûna bihayên xaniyan û tijebûna stargehan nikarin xanî peyda bikin û ji bo çare bê dîtin bang li rayedaran dikin.

Xwendekareke bi navê Ozlem Ozdemîr ji K24ê re diyar kir: “Em ji ber zêdebûna kireyên xaniyan gelek nîgeran in. Ez xwendekar im. Min got, ez li stargeha dewletê bimînîm lê cih tune. Paşê min got xaniyek kirê bikim, lê belê tenê ji bo jûra xaniyek 2 hezar lîreyê Tirkiyê pere tê xwestin. Divê dewlet yan hejmara stargehan zêde bike yan jî bo kêmkirina heqê kireyan planekê bike.”

Hejmareke zêde welatî li Kadikoya Stenbolê bi mebesta prostestokirina zêdebûna kireyên xaniyan û bihabûna pêdiviyên sereke yên jiyanê çalakiyek li dar xistin.

Welatiyekî Tirkiyê destnîşan kir: “Gelek kêşeyên aborî yên vî welatî hene. Ji ber zêdebûna bihayên kirêyan xelk nikare xanî peyda bike. Li gel vê ji ber zêdebûna rêjeya enflasyonê li bazarê her tişt biha bûye. Rêjeya bêkarî jî her diçe zêdetir dibe. Her çiqas rayedarên vî welatî înkar bikin jî kêşeyên mezin ên aborî hene, pêwîst e werin çareserkirin.”

Li gor rapirsiyeke civakî li Tirkiyê rêjeya kesên bihayên xaniyan gelek zêde dibînin ji %96,5 e.