Sosa bîberên Rihayê ji bo sifreyan tê amadekirin

Çêkirina sos ango salça bîberên Rihayê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi nav deng e, wek çandeke berdewam e.
kurdistan24.net

Riha (K24) - Çêkirina sos ango salça bîberên Rihayê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi nav deng e, wek çandeke berdewam e. Êdî li fabrîqeyan jî sos bê çêkirin jî, şêniyên Rihayê her sal bibêrên sosê distînin û bi şêwazên berê dikin sos. Welatî tînin ziman ku tam û tûjiya sosa bîberên Rihayê, li her malekê nebe nabe ye.

Bîberên sor yên Rihayê û berhemên ku jê çêdibin jî, tam didin sifreyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Sosa bîberan jî li nav çadiran, bi kedeke berdewam tê amadekirin û diçe ser sifreyên welatiyan. Jinên ku bîberan ji bo sosê amade dikin jî tînin ziman ku sibehî zû tên û heta êvarê bi vî kara re bilî ne.

Mehmet Çîçek jî bi salan e bi karmendên jin ku li gel kar dikin re, bîberên ku welatî tînin, dike sos-salçe û sosên ku li vir çê dibin diçe nav gişt malên Rihayê.

Çîçek ji K24ê re diyar kir: “Em li vê derê, bîbêrên ku welatî, ji gundan tînin, yan jî ji bazarê distînin, dikin sos û didin wan. Serê torbeya biberan em di navbera 8 û 12 lîre de pere distînin. Niha êdî dawiya werzê ye, berê li her çadirekî 20 kes kar dikir û her yek ji wan jî rojane 15-20 torbe bîberan ji bo sosê amade dikir. Em her sal bi vî rengî hewla xizmetkirinê didin.”

Jinên ku li çadiran bîberan ji bo sosê amade dikin jî, balê dikşînin ku bîber gelek tuj in û bi taybetî dema hewa germ e jî gelek zehmetiyan dikşînin.

Welatî jî tînin ziman ku sos a bi şêwazên berê tê çêkirin, xweştir e û li Rihayê bi rengî pêwistî dîtina malan ya sosê jî wek çandeke berdewam e.

Welatiyekî bi navê Yaqûb Guneş diyar kir: “Min 80 kîlo bîber anîne da ku bikin sos. Em salê 30-35 kîlo sos di xwarinan de bikar tînin. Min 3 torbe kirîbû ku 80 kîlobûn. Ez dibêjim, divê terîben 30  kîlo salçe pê bikeve. Ev ya têra me dike, yan jî nake, heger kêm bimîne jî emê hazir bikirin.”

Wek sosa bîberên Rihayê, ji bo çêkirina îsotê û dolmeyan jî bîber ji bo welatiyan li vê  derê tên amadekirin. Welatî balê dikşînin ku taybetiya serekî ya sosa bîberên Rihayê tam û tûjiya wê ye.