Li Herêma Kurdistanê girîngî bi hêza karê jinan tê dayîn

Hejmareke mezin ji jinan li saziyên Hikûmeta Herêmê pile û postên girîng wergirtine.

Hewlêr (K24) – Li Herêma Kurdistanê di van çend salên dawî de, zêdetir girîngî bi derfeta kar ji bo jinan tê dayîn, ji bilî vê hejmareke mezin ji jinan li saziyên Hikûmeta Herêmê pile û postên girîng wergirtine, li sektora taybet û projeyan jî gelek jin hene ku an serperiştyar an jî rêveber in.

Li nav kargeheke Hewlêrê, serperiştyar û gelek karmendên wê jin in. Dunya Nazim, serperiştyara bi dehan jinên karker e û bûye du sal li kargehê dixebite, zêdetir derfeta kar ji bo jinan pêk aniye, ku rojane 8 demjimêr kar dikin.

Dunya Nazim ji K24ê re diyar kir: “Bû du sal ez li vir dixebitim, bi qasî ku min karî, min keç û jin wergirtine, ez gelek caran ji beşa HR re dibêjim eger keç hatin ji bo karkirina li kargehê rêya wan negirin û bila werin hundir.”

Jin nîvê zêdetir hêza karkirinê pêk tînin, Herêma Kurdistanê jî di pêdana derfeta karkirina veberhênanê de hêsankariyeke mezin pêşkêş kiriye.

Aye Semîr, ku xebatkareke Ereb e û çend sal in li Herêma Kurdistanê dixebite, dibêje: “Li gor nêrîna min, li Herêma Kurdistanê derfeta kar gelek e, bi taybetî ji bo jinan li hemû waran derfet heye, heta eger berê li wî warî nexebitî jî, derfet didin ku fêr bibî, bi ti awayî temen û regez pîvan nîne.”

Li gor gotina Rêveberiya Kar a Hewlêrê ya ser bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, rêjeya destê karê jinan li Herêma Kurdistanê zêde dibe.