Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 4 kesan canê xwe ji dest dane, 340 pêketî jê hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 340 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 17 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 27017 kesan, ji wan 2131 kes baş bûne û 903 kesan jî canê xwe ji dest dane.