Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1421 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1421 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 481 kes li Hewlêrê, 532 kes li Silêmaniyê, 310 kes li Duhokê û 22 kes li Helebce, 61 kes li Germiyanê û 15 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Raperîn û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1215 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 328118

Mirin: 5819

Başbûn: 294182

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.