Li Kerkûkê 3 mûşekên Katuyşa hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Federalî ya Iraqê li parêzgeha Kerkûkê dest danî ser 3 mûşekên ji cureya Katyuşa û hejmareke din a çek û teqemeniyan.

Polîsa Federalî ya Iraqê ragihand, li gundê Ebdulmutelib ê ser bi qezaya Hewîce ve, 3 mûşekên ji cureya Katyuşa (107 mm), 7 guleyên Hawenê hatin dîtin ku çekdarên DAIŞê bi niyaz bûn bi wan êrîşî ser polîs û artêşa Iraqê bikin.

Ragihand jî, polîsa Iraqê bi ser 3 pêgehên çekdarên DAIŞê de girtin û di encamê de dest danî ser hejmarek ji çekên sivik û giran.

Diyar kir jî, artêşa Iraqê Polîsa Federalî dest bi kampînekê li dijî çekdarên DAIŞê li Kerkûkê û derdora wê kirine.