Mesrûr Barzanî: Em dixwazin bingeheke bihêz a aboriyê ji bo Kurdistanê ava bikin

Dilxweş dibin soz tên bicihanîn û proje di bo xizmeta gelê Kurdistanê dikevin kar

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hejmarek saylo û kargehên projeya bazarkirina genimê cotkaran li parêzgeha Hewlêrê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirinê de gotarek pêşkêş kir û destnîşan kir ku di nav demeke ji salekê kêmtir de ev proje gihişt encamê, ku hejmarek saylo û kargeh li xwe digre.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Beriya kêmtirî salekê, kevirê bingehê yê projeya bazarkirina berhemên cotkarên me li vir hate danîn, bi spasî ve kompaniya Xoşnaw dest bi vê projeya mezin a stratejîk kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Bi rastî cihê destxweşiyê ye û dilê mirov xweş dibe ku mirov dibîne soz bi cih tên û encamên projeyan derdikevin û hemû jî di xizmeta xelkê Kurdistanê de dikevin kar.”

Barzanî destnîşan kir: “Ev projeya stratejîk alîkareke yekcar a mezin e ji bo dabînkirina asayîşa xurekê li Herêma Kurdistanê, şiyana wergirtina berhemên cotkaran heye, beriya niha jî me got; êdî nabe cotkar bikevin xema firotina berhemên xwe, ev yek ji wan projeyan e û parêzgehên din jî projeyên bi vî rengî di warê cîbicîkirinê de ne, dest pê kirine û em hêvîdar in ew jî demildest temam bibin û bikevin xizmeta cotkarên me, em ji Xwedayê mezin jî daxwaz dikin, berhemên cotkarên me zêde bike û xêr û bereketê bibexşîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Projeyên wiha yên wek saylo û embar û ji gelek kargehan pêk hatiye, dikare berhemên cotkaran ên genim û dan bikin xurek û careke din vegerîne bazarê û bigihîne welatiyên xoşewîst. Ev yek dikare derfeta kar ji bo gelek warên din ên wek bazirganî û pîşesazî ava bike. Ez daxwazê ji hilberînerên xoşewîst yên Kurdistanê dikim, li ser berfirehtirkirina karê xwe yê hilberînî bifikirin, bi taybetî jî di warê çandiniyê de ku sektoreke gelek giring e û serekî ye ji bo pêşxistina bingehê aboriya Kurdistanê, ku em bikarin li ser lingên xwe rawestin. Wekî sozên berê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê me daye, em tenê pişta xwe nedin çavkaniyekî û bi yek çavkaniyekî ve girênedin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em xwedî axeke dewlemend in, em dikarin zêdetir sûd ji vê axê werbigirin, lê eger me biryar û bernameya di cih de û dirust hebe. Wekî ku min behs kirî, dema ne xweş û rewşa xirab em jê dûrketin, lê eger mirov şiyana fikirandina rast hebe û îradeyekî bihêz hebe, em dikarin ji vê qonaxê jî bi berhem derbikevin.”

Herwiha eşkere kir: “Ez careke din spasiya berpirsên hikûmet û sektora taybet dikim ku giringiyekî zêde dan pêşxistina sektora çandiniyê, ev jî yek ji wan nimûneyane ku niha em berhemên wê dibînin. Ev destpêkeke vejîna aboriya Kurdistanê ye. Me gelek projeyên mezin hene li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê û hêvîdar im ew jî di demeke zû de bikarin cîbicî bin. Armanca me tenê ew nebû ku tenê sektorek, yan aliyek, yan jî çînek tenê sûdmend be ji aboriya Kurdistanê. Me xwestiye bingeheke bihêz a aborî ji bo Kurdistanê ava bikin, ku nifşên nû bikarin li ser lingên xwe rawestin û em bikarin bi avakirina wê bingeha aborî ve jiyana xelkê û standartên jiyana xelkê Kurdistanê ji bo asteke din bilind bikin. Hêvîdar im di vî erkî de Xwedê derfetê bide me û em bikarin serkevin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Pêwîstiya me bi hevkariya we xoşewîstan heye. Pêwîstiya me bi hevkariya hemwelatiyan û sektora taybet û fermanberên hikûmetê heye ku şev û roj di xizmeta xelkê Kurdistanê de bin. Ji bo ku vî erkê pîroz ê wek emanet ketiye stûyê me em bigehînin cih.”