Li Stenbolê zarok û hunermendan di festîvalekê de karîkatur xêz kir

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê di festîvala xêzkirina karîkaturan de xêzkarên navdar ên vî welatî li gel zarokan li hev kom bûn. Di festîvalê de ku bi mebesta pêşvebirina zarokan a li ser xêzkirinê hat sazkirin zarok û mezin bi hev re karîkaturên ji hev cuda xêz kirin û malbat jî zêdetir daxwaza festîvalên bo zarokan kirin.

Karîkaturîstên biçûk li derûdora maseyekê, karîkaturîstên mezin li maseyeke din li hev kom bûne. Her yek xêzkirina bûyerek yan kesayetek dikin.

Li Stenbolê di festîvala xêzkirin û karîkaturîstan de ku ji aliyê şaredariya Kadikoyê ve hat sazkirin bi mebesta pêşvebirina zarokan bo wênesazî û xêzkirinê, xêzkarên navdar ên vî welatî li gel zarokan li parkekê hatin cem hev.

Karîkaturîst Cengîz Ustun ji K24ê re got: “Em karîkaturîst ev 2 sal in li benda vê festîvalê bûn û piştî demeke dirêj em li gel xwendevanan gihiştin hev. Piştî salên 1970an li Tirkiyeyê karîkatur di kovarên mîzahî de zêdetir derket pêş. Ez bêhtir sûretan xêz dikim. Ji bo ronîkirina hin bûyer û rûdanan jî karîkatûr xwediyê ciheke girîng di dîroka vî welatî de digire.”

Dê û bav ku li gel zarokên xwe hatin festîvalê, bal kişandin ser girîngiya çalakiyên wiha û bo zarokan daxwaza zêdetir festîvalên wiha kirin.

Di festîvalê de li gel xêzkirinê, kovarên ku tê da zêdetir karîkaturên salên berê hatine xêzkirin jî hatin pêşandan.