2 baregehên mîlîşyayan li nêzîk sînorî Sûriye û Iraqê hatin bombebarankirin

Firokeyên bêfirokvan baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li nêzîkî Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li bajarên Dêrazo û Bokemanl li nêzîk sînorê Iraq - Sûriyê ji aliyê firokeyên bêfirokvan hatin bombebarabkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên bêfirokvan ên nenaskirî baregeheke mîlîşyayên ser bi Îranê ve li nêzîkî bajarê Bokemalê hat bombebarankirin, lê ziyanên wê êrîşê nayin zanîn.

Rewangehê da zanîn jî, firokeyên bêfirokvan navendeke rahênankirina çekdaran li navçeya Mezarê ya ser bi Dêrazorê ve bombebaran kir.

Pêştir çendîn caran baregehên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê ji aliyê Amerîka ve hatine bombebaran.