Li Rûsyayê 3 endamên malbateke Kurd hatin kuştin

Li gor kesên ji bûyerê ve nêzîk in dibêjin ku êrîş nijadperestî bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Velçanisko yê li parêzgeha Veronîç a Rûsyayê, malbateke Kurd rastî êrîşekê hat û di encamê de 3 kes hatin kuştin. Li gor kesên ji bûyerê ve nêzîk in dibêjin, êrîş nijadperestî bû.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Rûsyayê, roja 16ê vê mehê 3 endamên malbateke Kurd ji aliyê kesekî Rûsî yê bi navê Vîktor Mîrsikoy ve hatin kuştin. Kesên hatine kuştin, Gulistan Îbrahîmova (59 salî), Nadir (19 salî) û Ezîz (5 salî) ne.

Peyamnêrê me diyar kir, ev malbata Kurd ji berî 20 salan ve ji Qerxîzistanê koçberî vî gundî bûye û lê dijî. Li gor gotinên xelkê gund jî, pêştir ti pirsgirêka vê malbatê bi ti kesî re tune bû, lê şeva 16ê vê mehê kesekî Rûsî yê bi navê Vîktor Mîrsikoy êrîşî ser vê malbatê kir û her sê endamên malbatê kuştin.

Li gor ku Asya keça Gulistanê dibêje, êrîşker destpêkê Ezîz dixeniqîne, piştre bi çek Nadir dikuje, di wê demê de Gulistan ku li derveyê malê dibe, êrîşker guleyan wê lî direşîne û dikuje.

Li gor şopandina peyamnêrê K24ê ji wê bûyerê re, kesên nêzîkî wê bûyerê dibêjin, kujerê vê malbatê pêştir gefa derkirina tevahiya Kurdan ji  vî gundî xwariye.

Niha kujer ji aliyê polîs ve hatiye desteserkirin û lêkolîn di vê êrîşê de berdewam in.

Gundê Velçanisko 165 k.m li başûrê Veronîç e û 400 kesên Rûsî, Kurd û netewên din lê dijîn.