Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de bersiva pirsên xortan dide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di yekemîn hevdîtina “Town Holl” de, bersiva pirsên xortên beşdarî hevdîtinê bûne da.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di yekemîn hevdîtina “Town Hall” de ku li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê birêve çû, bersiva pirsên xortên beşdarî hevdîtinê bûne da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di hevdîtina “Town Hall” de, rasterast bersiva pirsên hejmarek xwendekarên zanîngehên Kurdistanê da û daxwaz ji xwendekaran kir, ji bo pêşerojeke baştir, ji welatên xwe hez bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva pirsên wan xortan de ku li gor cudahiya cihê ciyografî û aydolojiya siyasî beşdar bûn, got: “Nebînin ku kesên din xwediyên vî welatî ne, ne hûn bin, ti kes ne xwediyê vî welatî ye, hemû welatî, xwediyên vî welatî ne.”

Derbarê pirsa mûçe û çaksaziyê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez ji berpirsyariyê natirsim, ez bi tenê bim jî, ez berpirsyariya xwe hildigirim. Hemû hewlên min ji bow ê ye, piraniya dahatê ji welatiyan re vegere.” Diyar kir jî: “Piraniya wan êrîşên li vê hikûmetê tên kirin, siyasî ne.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a havdîtinê e derbarê proseya bangeşeya hilbijartinên Iraqê de ragihand: “Ew siyasetmedarên ku li ser bingeha dirustkirina kîn û nefretê tên û aliyên herî nebaş yên aliyên din xwe nîşan didin, bizanin ku tiştekî wan nîne.”

Herwiha got: “Rikberî divê li ser wê were kirin, kî zêdetir karê baş dike, ev jî bi gotinê nabe, ji ber wê ew xwe ji vê babetê didin aliyekî, ji ber ku dema tê li ser kirdar, tiştekî wan nîne xwe pê numayiş bikin.”

Her di wê hevdîtinê de, guftûgo li ser çendîn pirs û babetên din ên cuda hat kirin.

Tevahiya hevdîtinê, roja Pêncşema bê demjimêr 21:00 bi dema Hewlêrê bi riya sosyalmedya û ekrana Kurdistan24ê rê weşandin.