Jiyana pêkhateyan li Herêma Kurdistanê ji Iraqê zêdetir parastî ye

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê diyar dikin ku ew li Herêma Kurdistanê bêyî ciyawazî, bi azadî dijîn.

Hewlêr (K24) – Pêkhateyên Herêma Kurdistanê diyar dikin ku ew li Herêma Kurdistanê bêyî ciyawazî, bi azadî dijîn û rojane karûbarên xwe yên rojane encam didin, lê belê li bajarên Iraqê beşek ji pêkhateyan heta niha nekarîne bi azadî vegerin ser mal û milkên xwe.

Dema mirov ji pêkhateyan dipirse ku "Gelo ji aliyê pêkvejiyana olî û netewî ve, Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê wekhev in?", bersiva wan ew ku ciyawaziyan wan ji hev ewqas cuda ye ku nayê berawirdkirin.

Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî Mihemed Îlxanî ji K24ê re ragihand; hejmareke mezin awareyên Tirkmend hene ku heta niha venegeriyane deverên xwe û hîn li Hewlêrê dijîn.

Welatiyên Mesîhî jî bi heman şêwe, mafên ku li Herêma Kurdistanê ji bo wan hatine desteberkirin, li deverên din ên Iraqê berevajî wê ye û heta mafên wan tên binpêkirin jî, ev jî bûye sedema wê yekê ku li Herêma Kurdistanê hest bi aramiyê bikin.

Serokê Rêxistina Suraya Newzad Polis diyar kir: “Di mijara aramî û seqamgîriyê de cudabûneke mezin heye, li Herêma Kurdistanê pêkhate bi azadî dijîn û hemû mafên wan ji bo wan hatine desteberkirin, bi azadî nêrîn û ramana xwe dibêjin, lê belê li Iraqê pêkhate ditirsin vegerin cih û warên xwe.”

Ji ber pêkvejiyana olî û netewî ku li Herêma Kurdistanê heye, pêkhate dixwazin hejmara parlamenterên Kurdistanê li Bexdayê zêde bibin, da ku li wir berevaniya mafên pêkhateyan bikin.