Kurdistan24 talankariyeke mezin a petrola Kerkûkê eşkere dike

"Hêzeke artêşa Iraqê bi qulkirina boriyên petrolê tohmetbar e"

Hewlêr (K24) – Kurdistan24 hûrgiliyên diziya mezin a petrolê bi rêya qulkirina boriyeke petrolê ya li Kerkûkê eşkere dike.

Diziya petrolê kêmtirî 500 metre dûrî rêbendeke artêşa Iraqê li sînorê bajarokê Sergeran ê li başûrê Kerkûkê hatiye kirin, welatiyên gundekî nêzîkî cihê bûyerê diyar dikin ku ew rêbenda artêşa Iraqê heta rê nade bi bermîlan jî petrol derbas bibe, çawa rê dane ku bi tankeran derbas bibe?

Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê yê li Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî ragihand; ew hêza artêşa Iraqê bi qulkirina boriyên petrolê tohmetbar in, ku ewlehiya deverê bi wan hatiye spartin.

Di navbera xaleke serbazî ya bi dûriya 100 metre û rêbendeke artêşa Iraqê bi dûriya 300 metre de, boriyeke petrolê hatiye qulkirin û bi rêya tankerê petrol hatiye dizîn.

Tîmên Kompaniya Petrolê ya Bakur û polîsê petrolê piştî eşkerebûna diziyê, dest bi tamîrkirina boriyê kirin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, hêza ku parastina ewlehiya deverê li ser stûyê wan e, di bin lêpirsînê de ye.

Piştî 16ê Cotmeha 20217an ve, parastina saziyên petrolê yên sînorê Sergeran, bi hêzên Iraqî hatiye spartin, ji bilî teqandina bîrên petrolê, çendîn bûyerên din ên weke ya li Kerkûkê hatine tomarkirin.