"El Qaîde serî hildide"

Serokerkanê Hevbeş ê Artêşa Amerîkayê General Mark Milley ragihand; çalakiyên rêxistina El Qaîdeyê di nava kêmtirî 12 mehan de dê gefê li ser Amerîkayê bixwin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Hevbeş ê Artêşa Amerîkayê General Mark Milley ragihand; çalakiyên rêxistina El Qaîdeyê di nava kêmtirî 12 mehan de dê gefê li ser Amerîkayê bixwin.

General Mark Milley di çarçoveya vexwendina wî bo rûnistineke Lijneya Berevaniyê ya Kongresê de diyar kir; çekdarên Talîbanê pêwendiyên xwe ligel rêxistina El Qaîdeyê qut nekirine, ku ji bûyerên 11ê Îlona sala 2001ê berpirs in, ku bi çend firokeyên sivîl êrîşî her du avahiyên bilind ên li New Yorkê û baregeha Pentagonê kiribûn.

Mark Milley destnîşan kir ku Washington pêngavên baş avêtine ji bo têkoşîn û rûbirûbûna terorê li cîhanê, lê belê Talîban hîn jî weke rêxistineke terorê û hemahengê El Qaîdeyê tê dîtin, loma tê çaverêkirin di nava kêmtirî 12 mehan de El Qaîde car din derkeve.

Li aliyê din, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand; artêşa ku li Efxanistanê hatin perwerdekirin, bêyî ku gulleyek biteqînin reviyan û Efxanistan ji Talîban re hiştin.

General Mark Milley