Erdogan li Rûsyayê rewşa Sûriyê, Lîbya û Efxanistanê guftûgo dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro serdana Rûsyayê dike.
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro serdana Rûsyayê dike. Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin, Putîn û Erdogan, rewşa Sûriyê û Îdlibê, Lîbya û Efxanistanê jî di nav de, pirsgirêkên navçeyê gotûbêj bikin. Neteweyên Yekgirtî jî bang li aliyan dike, li Îdlibê aramiyê biparêzin.

Serokomarên Tirkiye û Rûsya careke din li Soçî dicivin. Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyeyê, pêşxistina pêwendiyên dualî, rewşa Sûriye, Lîbya û Efxaqistan dê werin gotûbêjkirin. 

Li gor medya Tirkiyeyê ya nêzîkî desthilatê, mijara sereke ya hevdîtinê, siberoja Îdlibê û siyaseta Tirkiyeyê derbarî Sûriyê ye. Tirkiye li bendê ye, heşt mijarên sereke li ser Îdlibê werin rojevê.

Tirkiye rewşa xalên çavdêrî û çawaniya berdewamiya 12 xalan giring dibîne ku veguhestina wan di rojevê de ye. Tirkiye dixwaze, careke din bi Rûsya re dest bi gerên çavdêrî bike.

Rewşa rêxistinên tundrew û dewletên piştevaniya wan dikin jî di rojeva aliyan de ne. Eger heye planeke nû were daraştin û Tirkiye û Rûsya operasyon hevbeş dijî tundrewan encam bidin.

Tirkiye dixwaze êrişên YPG li ser deverên jêr kontrola Tirkiyeyê jî bîne rojevê û daxwaza rawestandina êrişan bike.

Beriya serdanêو daxuyaniyên Erdogan di Neteweyên Yekgirtî de li ser rewşa Qirimê, Rûsya dilgiran kiribû li piştî demeke kurt, Erdogan got, ew amadekarî dikin, karweneke din sîstemên S-400 ji Rûsya bikirin. Amerîka jî dibêje, yasaya CAATSA diyar e û egera dorpêçiyan zêde ye.

Tirkiye ji êrişên Rûsya li ser çekdarên Sûrî dilgiran e.  Tirkiye armancakirina çekdaran, dijî rêkeftinê dibîne.

Şanderê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen jî beriya civînê bang li aliyan kir, agirbestê biparêzin û li Îdlibê aramiyê pêşbixin ku siberojê gelek mijaran girêdayî vê ye. Pedersen dibêje banghiştname bo komîteya destûrê hatine şandin ku 18’ê Cotmehê li Cinêvê careke din bicivin.