Li bajarê Ezazê teqînekê rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê teqînekê rû da û di encamê de kesek birîndar bû.

Çalakvanên bajarê Ezazê belav kirin, îro li nava bajarê Ezazê bombeyek bi otomobîla serokê berê yê Encûmena Xwecihî ya Bajarokê Til Rifetê Mehmûd Husên Elîto de teqiya û ew bi sivikî birîndar bû.

Bajarê Ezazê 20 k.m li rojhilatê Efrînê dikeve û di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Duhî li bajarokê Cerablusê 2 teqîn hatin kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.