8 Kurd li Almanyayê bûn parlamenter

Di hilbijartinên Parlamentoya Federalî û Parlamantoya Herêmî ya Almanyayê de 8 kurd bûn endamên parlamentoyên wî welatî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di hilbijartinên Parlamentoya Federalî (Bundestag) û Parlamantoya Herêmî ya Almanyayê de 8 kurdan karîn dengên pêwîst bi dest bixin û bibin endamên parlamentoyên wî welatî.

26ê vê mehê hilbijartinên parlementoya Almanyayê birêve çû. Di hilbijartinan de, 4 kurdan karîn bibin endamên Parlamentoya Herêma Berlînê û 3 Kurd jî bûn endamên Palamentoya Federalî.

Li gor zanyariyên K24ê û kesên ku bi xwe serkeftina xwe li tora civakî ragihandine, Kurdên bûne endamên Parlemantoya Federalî ya Almanî û parlamentoyên herêman, wiha ne:

Canan Bayram ji Partiya Kesk/ Palamentoya Federalî

Qasim Tahir Salih ji Partiya Kesk/ Palamentoya Federalî

Gokay Akbulut ji Partiya Çep/ Palamentoya Federalî

Firat Alî Koçak ji Partiya Çep/ Parlamentoya Berlînê

Jiyan Omer ji Partiya Kesk/ Parlamentoya Berlînê

Hakan Taş ji Partiya Kesk/ Parlamentoya Berlînê

Sevim Degdelen ji Partiya Çep/ Parlamentoya Federalî

Sevim Aydin ji partiya SPD / Parlamentoya Federalî

Serkeftina van Kurdan li Almanyayê pîrozbahî û karvedenên erênî li tora civakî li pişt xwe anîne.

Hejmara giştî ya parlamenteran di Bundestag a nû de 735 parlamenter in. Ji bo avakirina her hukûmetê jî, divê kursiyên hevalbendan ji 368 kursiyan ne kêmtir bin.