Erdogan: Amerîka em neçar kirin "S-400" ji Rûsyayê bikirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, Amerîka red dike sîstemên Patriot bifiroşe Tirkiyê, ji ber wê jî Tirkiye neçar dibe ku biçe Rûsyayê û sîstema berevaniya asmanî S-400 bikire.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvînekê de bi rojnameya “New York Times” re ragihand, “Eger Amerîkiyan sîstemên Patriot firotibana Tirkiyê, Tirkiye neçar nedibû mûşekên S-400 ji Rûsyayê bikire.”
Erdogan destnîşan kir jî, kirîna Tirkiyê sîstema berevaniya asmanî ji Rûsyayê, bandor li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîka kir.
Erdogan got: “Mafê me heye li gorî tiştên ku em guncaw dibînin, karînên xwe yên parastinê xurt bikin.”
Rêkeftina mûşekî ya S-400 di navbera Enqere û Moskoyê de yek ji sedemên sereke yên aloziya di pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê de ye. Herwiha Amerîka jî bêhtirî carekê nîgeraniya xwe nîşan da û dît ku ev peyman, hevkariya leşkerî-teknîkî a di navbera hevkarên NATO de sînordar dike.