Yekîtiya Ewropa 150 mîlyon Euro ji bo penaberên Sûrî li Tirkiyê vediqetîne

Yekîtiya Ewropa bi nêzîkî 150 milyon Euro wek alîkarî ji penaberên Sûrî yên li Tirkiyê re vediqetîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropa bi nêzîkî 150 milyon Euro wek alîkarî ji penaberên Sûrî yên li Tirkiyê re vediqetîne.

Encûmena Yekîtiya Ewropa di daxuyaniyekê de belav kir, nûnerên welatên endam razî bûn nêzîkî 150 milyon Euro piştgiriyeke mirovahî bidin penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ne.

Destnîşan kir, çavkaniya navborî dê di çarçoveya “Bernameya Hevkariya Civakî (SOI)” de kartên Heyva Sor fînanse bike.

Encûmena Yekîtiya Ewropa diyar kir, ev bername dê wek ji bo hewcedariyên bingehîn ên wekî kirê, veguhastin, xwarin, derman pere bêne dayîn.

Li gor amarên Yekîtiya Ewropa jî, dora 3.7 milyon Sûrî li Tirkiyê bi cih bûne.