Kremlin: Putin û Erdogan li ser Idlibê li hev kirin

Putin û Erdogan li hev kirin ku hemû grûp û mîlîşyayên çekdar ji parêzgeha Idlibê bêne derxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Kremlinê ragihand, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li hev kirin ku “teroristan” ji Idlibê derbixin.

Koşka Serokatiya Rûsyayê “Kremlin” ragihand, Putin û Erdogan li hev kirin ku hemû grûp û mîlîşyayên çekdar ji parêzgeha Idlibê bêne derxistin.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Beskov ji rojnamevanan re got: “Her du serokan behsa aloziya li Sûriye, Lîbya, Afxanistan û herêma Karabaxê kirin.”

Peskov red kir ku di derbarê hevdîtinên Pûtîn û Erdogan ên li ser dosyeya Sûriyeyê de hûrgiliyên zêdetir eşkere bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Tirkiyê dema vegera xwe ji Rûsyayê ragihand, civîna wî ya li Sochî bi Putin re, aşkere û berhemdar bû.

Erdogan got jî: “Me behsa wê kir ku dem hatiye ji bo cîbicîkirina çareseriya dawîn û domdar li Sûriyê, di serî de li Idlibê, me nexşeyek rê diyar kir ku wezîrên me yên berevanî û derve dê xwe bispêrin wê."