Can Derwêş: Ez dixwazim di werzişa peraşûtê de nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bikim

Xortekî ji Rojavayê Kurdistanê li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê fêrî werzişa peraşûtê bûye û dixwaze di vê werzişê de li ser asta navdewletî nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bike.
Ebdulhekîm Mihemed Necîm Derwêş ku bi navê Can Derwêş tê nasîn, dixwaze di werzişa peraşûtê de li ser asta navdewletî nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bike
Ebdulhekîm Mihemed Necîm Derwêş ku bi navê Can Derwêş tê nasîn, dixwaze di werzişa peraşûtê de li ser asta navdewletî nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bike

Hewlêr (K24) ­– Xortekî ji Rojavayê Kurdistanê li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê fêrî werzişa peraşûtê bûye û dixwaze di vê werzişê de li ser asta navdewletî nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bike.

Ebdulhekîm Mihemed Necîm Derwêş ku bi navê Can Derwêş tê nasîn, bûye yekemîn peraşûtvanê Rojavayê Kurdistanê.

Can Derwêş ji gundê Koçeriyê yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye, xwendina xwe ya seretayî li gund û ya amadeyî û navendî, beşê pîşesaziyê li bajarê Hesekê bidawî kiriye.

Derwêş ji zaroktiya xwe ve bi gelek karan mijûl bûye, bi taybetî tiştên elektronîk, radyo, tomargeh, utî, cilşo û perwaneyên elektirkî ligel otomobîlan. Can Derwêş dibêje: “Min xwe li gelek karan kir bele, lê vê dawiyê bi tenê karê splêt û sarkirina embarên mezin dikim û hîna jî li ser vî karê xwe berdewam im, ji xwe xwendina min jî girêdayî vî karî bû.” Derbarê vî karî de Can li seranserê bajarê Duhokê parêzgehên din ên Başûrê Kurdistanê jî naskirî ye.

Can Derwêş di Gulana 2013an de ji ber şer û krîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûye û li kampa Domîzê bi cih bûye û heta niha jî li wir e.

Derwêş dibêje: “Bi rêya karê xwe, min yek ji endamên Yaneya Duhok a Esmanî ku di 18ê Kanûna 2020an de hatiye damezirand nas kir, wî endamî ji min re behsa yaneyê kir. Destpêkê min qet guh neda gotinên wî endamê yaneyê, piştre wî dostî xwest ez biçim cihê rahênana wan û li wan temaşe bikim bê çawa fêrî vê werzişa xweş û balkêş dibin.”

Can Derwêş diyar dike: “Li wir ez çav bi wî dostê xwe ketim, bê çawa bi temenê xwe yê  pêncî salî dikare bifire û gelekî bi vê werzişa ciwan dilxweş e.”

Piştre Derwêş sê mehan berdewam li gel endamên yaneyê diçe cihê rahênanê û li wan temaşe dike. Can Derwêş dibêje: “Sê mehan berdewam ez diçûm cihê rahênanê, heta ku birayê min Mihyedîn ku niha li welatê Nemsa (Awusturya) dimîne ji min re peraşûtek şand û ez ji aliyê endamê Yaneya Duhokê, Mihemed Doskî ve li ser firîna bi peraşûtê hatim rahênankirin, min dît ku ez dikarim bifirim. Ez gelekî spasya Mihemed Doskî û gişt endamên yaneya Duhokê dikim.”

Can Derwêş niha bi fermî yek ji endamên Yaneya Duhok a Esmanî ye û bûye yekem xort ji Rojavayê Kurdistanê di vî cûre werzişê de.

Derwêş bi hêvî ye rojekê nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bike di vê werzişê de, herwiha hêvî dike ku werziş bi taybet werzişên geştguzarî li seranserê Kurdistanê pêş bikevin û piştevaniya pêwîst ji wan re were kirin.