Di nava salekê de 580 serbazên Amerîkî xwe kuştine

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; tenê di sala 2020an de 580 serbazên wan, xwe kuştine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; tenê di sala 2020an de 580 serbazên wan, xwe kuştine.

Pentagon raporek li ser xwekuştina di rêzên serbazên Amerîkî de amade kiriye û eşkere dike, 175 serbazên bejahî, 81 serbazên hêzên esmanî, 66 serbazên hêzên deryayî, 62 serbazên piyadeya deryayî, 196 serbazên pasevanên niştimanî û yedeg, dawî li jiyana xwe anîne.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku di sala 2020an de hejmara serbazên ku xwe kuştine, li gor sala 2019an zêde bûye, ku di wê salê de 504 serbazan dawî li jiyana xwe anîne.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Auistin duh pêncşemê ragihand; zanyariyên wê raportê û amarên xwekujiyê yên di rêzên artêşa Amerîkayê de cihê nîgeraniyê ye û amar zêde ye û ji bo başbûna rewşê ti pêngavek nehatiye avêtin.