Li Iraq û Herêma Kurdistanê geştên esmanî dê werin rawestandin

Balafirgehên Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê 36 demjimêr werin girtin.
Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, wêne: arşîv
Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Balafirgehên Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê 36 demjimêr werin girtin û ti geştên esmanî dê neyên kirin.

Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragihand; ji aliyê Desteya Bilind a Firokevaniya Iraqê ve hatine agahdarkirin ku ji demjimêr 21:00ê şeva 9ê Cotmehê heta demjimêr 06:00ê sibeha roja 11ê Cotmeha 2021ê, ji ber birêveçûna hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê hemû balafirgeh û deriyên sînorî têne girtin û di wê dema diyarkirî de jî ti geştên esmanî nayên kirin.

Ehmed Hoşyar diyar kir: “Em ligel kompaniyên rêyên esmanî di pêwendiyê de ne û em ê rizamendiya Desteya Firokevaniyê ya Iraqê jî werbigrin, ku werin qerebûkirin, weke Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê di wê 24 demjimêran de 67 geştên me hene, ku têne rawestandin, em ê hemû qerebû bikin.”