Mansur Meçînê ku 5 zimanan dizane li ser êş û azarên Kurdan helbestan dinivîse

"Bi helbestan mirov xweşî û nexweşiyên civakê tîne zimên"
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê civaknas û helbestvan Mensûr Meçîn ku 5 zimanan dizane, li ser şopa helbestvanê navdar ê kurd Ehmed Arif helbestan dinivîse û dixwîne. Mansur Meçîn dibêje; bi helbestan mirov xweşî û nexweşiyên civakê tîne zimên. Li gorî Meçîn, heger dewlet piştgiriya pêşvebirina çand û zimanê kurdî neke jî kurd dikarin bi sazkirina rêxistinan çand û zimanê xwe biparêzin.

Mansur Meçîn civaknas û helbestvan e. Di sala 1977an de li gundê Weysikana Jorîn ya ser bi navçeya Farqîn a Diyarbekirê ji dayîk bûye. Wekî gelek kurdan wî jî di nava zor û zehmetiyên giran de perwerde ditiye. Li yek ji baştirîn zanîngeha Tirkiyeyê ango Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn ODTUyê mafê xwendinê bidest xistiye. Kurdî, tirkî, ingilîzî, erebî û farisî dizane.  Ji 15 saliya xwe ve helbestan dinivîse. Mansur Meçîn dibêje; her helbestekê çîrokeke wê heye û ew jî li ser jiyan, xizanî, sirûşt, jiyana gundewaran û av û çeman helbestan dinivîse.

Meçîn ji K24ê re diyar kir: “Her helbestekê xwedî çîrokek e. Mirov destpêkê hîs dike, wê hîsê di serê xwe de digerîne û li gorî wê mirov bi zimanê xwe dinivîse. Wan hîsan mirov dê bi çi awayî û bi çi ahengê bîne ba hev li ser difikire. Dema ku mirov nivîsand, mirovê bizane ku deng û wateya wê heye an tine ye. Zimanê kurdî ahenga deng û peyvan e. Kurdî li gorî zimanên din ji aliyê hemahengiyê ve dewlemendtir e.”

Mansur Meçîn, ji beriya 15 salan tûşî nexweşiya parkînsonê bûye lê dest ji nivîsandina helbestan û lêkolînên derbarê civakê de bernedaye. Meçîn, derbarê koçberî û jiyana kurdan ya li bajarên Tirkiyeyê bi zimanê ingilîzî pirtûkek nivîsandiye. Meçîn dibêje, ji bo parastina çand û ziman heger dewlet berpirsiyariya xwe bi cih neyne jî divê civak xwe bi rêxistin bike û ziman û çanda xwe biparêze. Li gorî Meçîn; bi helbestan mirov dizane ku zimanê kurdî çi qas dewlemend e.

Meçîn destnîşan kir: “Hin helbest li ser keyfê, li ser zewqê tên nivîsandin. Bi hin helbestan mirov derdê xwe dinivîse. Helbestên li ser keyfxweşî û bextewariyê gelek tine ne. Çima gelo?  Ji berk u mirov çi bijî mirov wê dinivîse. Mirov êşa xwe bi helbestan te’rîf dike.”

Civaknas Mansur Meçîn dibêje; wî ji ciwaniya xwe ve guhdariya helbestvanê navdar ê kurd Ehmed Arif kiriye û di bin bandora helbestên Ehmed Arif de helbest nivîsandine. Mansur Meçîn tîne zimên; bi helbestan mirov êşa xwe terîf dike, ji ber ku kurdan gelek êş û azarên giran kişandine piraniya helbestvanên kurd jî li ser van êş û azaran nivîsandine. Mensûr Meçîn niha li Diyarbekirê dijî û li ser nivîsandina helbestan û lêkolînên civakî xebatên xwe berdewam dike.