Li Kerkûkê 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Hewlêr (K24) – Li başûrê Kerkûkê di bombebaranekê de bi ser cihekî xweveşartinê yê çekdaran de, heşt çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; piştî bidestxistina zanyariyên îstixbaratî, hêzên esmanî yên Iraqê, li devereke başûrê Kerkûkê cihekî vexweşartinê yê çekdarên DAIŞê bombebaran kir û 8 çekdar hatin kuştin.
Li ser rewşa ewlehiyêya Iraqê, Rêveberiya Îstixbarata Serbazî jî ragihand; şeş kesên Sûrî hatin desteserkirin, ku li rojavayê Neynewa bi dizî derbasî nav axa Iraqê kiribûn.