Tendirustiya Iraqê: Egera pêleke din a Koronayê heye

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê diyar dike ku îhtimala pêleke din a vîrusa Koronayê (Covid-19) li welat heye.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê diyar dike ku îhtimala pêleke din a vîrusa Koronayê (Covid-19) li welat heye.

Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; pêla sêyem a belavbûna vîrusê ber bi dawî diçe, lê belê dibe ku pêleke din a vê vîrusê li werlat belav bibe.

Herwiha wezaretê ji welatiyan daxwaz kiriye ku berê xwe bidin navendên vaksînkirinê û vaksînê werbigrin.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di nava 24 demjimêran de 2 hezar û 688 kes tûşî Koronayê bûne û 42 kes jî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.