Dadgehê 17 sal û 6 meh ceza da Hevseroka berê ya Şaredariya Geverê

Dadgehê bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” 17 sal û 6 meh cezayên girtîgehê da Remziye Yaşar.
Hevseroka berê ya Şaredariya Geverê Remziye Yaşar
Hevseroka berê ya Şaredariya Geverê Remziye Yaşar

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadegeha Colemêrgê li ser doza ku Hevseroka berê ya Şaredariya navçeya Geverê ya HDPê Remziye Yaşar jî di nav de ku 29 kes jê dihatin darizandin biryar da. Dadgehê di çarçoveya wê biryara xwe de 17 sal û 6 meh ceza da Remziye Yaşar.

Hevseroka  berê ya Şaredariya Geverê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Yaşar 15ê Îlona 2019an hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû danîn. Îro 1ê Cotmeha 2021ê li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê rûniştina dawî ya Doza KCKê ya Geverê ku 29 kes jê dihatin darizandin, bireveçû.

Remziye Yaşar bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBİS) ji Girtîgeha Elezîzê beşdarî dozê bû. Piştî darizandinê dadgehê bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” 17 sal û 6 meh cezayên girtîgehê dan Remziye Yaşar, Vahit Şahinoglu û Mehmet Çapraz. Herwiha dadgehê ji bo desteserkirina Mehmet Çapraz jî biryara girtinê derxist.

Heman dadgehê bo 27 kesên din jî bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê gitîgehê da.