Şaxewan Ebdullah: Ewên dixwazin rûbirûyî me bibin li Kerkûkê cihê me diyar e

Şeva borî li bajarê Kerkûkê ji ber daliqandina wêneya namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah, dikanek hat şewitandin.
Namzedê PDKê yê ji bo Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah
Namzedê PDKê yê ji bo Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah

Kerkûk (K24) – Şeva borî li bajarê Kerkûkê ji ber daliqandina wêneya namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah, dikanek hat şewitandin. Şaxewan Ebdullah li ser bûyerê ragihand; kiryarên bi vî rengî bandorê li ser wan nake û soza nûkirina dikanê dide xwediyê dikanê.

Namzedê PDKê yê Kerkûkê Şaxewan Ebdullah ragihand; kesên ku karên bi vî rengî dikin ji deng û rengê PDKê ditirsin. Herwiha tekez kir ku ewên dixwazin rûbirûyî wan bibin, li Kerkûkê cihê wan diyar e.

Şaxewan Ebdullah eşkere kir; wan beriya niha kesên ku wêneyên namzedên PDKê qetandibûn û şewitandibûn, efû kirine, lê belê şewitandina dikana welatiyan, nayê efûkirin.

Ebdullah destnîşan kir; hebûna Ala Kurdistanê li ser posteran, hinek aliyan nîgeran kiriye û got: “Divê neyar fêm bikin ku PDK ango Ala Kurdistanê.” Herwiha eşkere kir ku piştî vegera PDKê, qonaxeke din dê li bajarê Kerkûkê dest pê bike.