Li Fatîha Stenbolê kirêkirina xaniyan bo penaberan hat qedexekirin

Piştî biryarê 7 hezar penaber ji navçeyê derketin.
Şaredariya Fatîhê
Şaredariya Fatîhê

Stenbol (K24) - Li navçeya Fatîh a Stenbolê kirêkirina xaniyan bo penaberan ji aliyê şaredariya vê navçeyê ve hat qedexekirin. Li gor şaredarê Fatîhê, penaber tesîreke xerab li ser çand û civaka navçeyê dikin loma rê nadin ku penaber li vê navçeyê xanî bikirin. Piştî biryarê 7 hezar penaber ji navçeyê derketin. Niştecıhên Tirk ên li navçeyê ji biryarê razî ne, lê penaber ji biryarê gilîdar in û amaje pê dikin biryara qedexeyê biryareke dermirovahî ye.

Şaredariya navçeya Fatîh a Stenbolê ragihand ku ew nahêlin penaber li vê navçeyê xanî bikirin. amaje kir îqame were dayîn jî kirêkirina xaniyan bo penaberan hate astengkirin.

Li gor Şaredarê Fatîhê Ergun Turan penaber tesîreke xerab li ser kultur û jiyana civaka xwecihî ya navçeyê dikin û bi erêkirina Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê biryareke wiha li ser penaberan dane.

Niştechhên Tirk ên vê navçeyê ji biryarê razî ne û li gorî wan, sedema bihabûna kirê xaniyan jî, penaberan in.

Welatiyekî bi navê Ercan Turnalar ji K24ê re diyar kir: “Biryareke rast û di cih de ye. Çimkî piştî penaber hatin Fatîhê, bihayên kirêyên xaniyên vê navçeyê hatin zêdetirkirin. Gelek dikandar, ji ber zêdebûna kirêyan jî dikana xwe girtin. Ji aliyê mirovî ve divê rayedarên dewleta me êdî bifikire.”

Xwendekarê bi navê Halîl Îbrahîm Yildiz jî dibêje: “Bi min baş bû ku ev biryar hat dayîn. Çimkî niha em 3 hezar lire bo kireyê xaniyê didin. Zêdebûna hejmara penaberan dibe sedema bihabûnê, lê kesên li ser bihayan îstîsmarî dikin jî hene mixabin.”

Dikandar Murat Akilli destnîşan kir: “Yên ku gelek dixwazin hebin bila penaberan hildin mala xwe. Ez naxwazim li vir penaber bijîn. Çimkî em bi penaberan re li hev nakin. Piştî 12ê şevê em dikevin mala xwe lê di heman saetê de kolanên vê navçeyê bi penaberan tijî dibin. Wezîrê Tirkiyê dibêje, ‘Em karên giran bi penaberan didin kirin.’ Ma em Tirk nikarin bixebitin? Desthilata vî welatî bi lingên çûçikên Ebabîlê ve zêr girêde û li ser vî xelkî belav bike jî weke berê êdî jê ra piştgirî nayê dayîn.”

Li gor ragihandina Şaredariya Fatîhê li navçeyê 400 hezar kes dijîn, ji wan 50 hezar kes penaberên ji welatên cuda ne û piraniya wan ji Sûriyê ne.

Penaberên beriya biryara qedexeyê hatine navçeyê bi cih bûne, qedexeya li ser penaberan wek dermirovahî dibînin û nerazîbûna xwe nîşanî biryarê didin.

Penabereke Iraqî ya bi navê Afra Ezîz diyar kir: “Heqê wan tune ye ku biryareke wiha bo penaberan bidin. Çimkî biryareke xelet û kirêt e. Mirov, ji bo jiyanê tê vir lê jiyanê dikin jehr û kul. Der barê bûyerên xerab de penaber tên tohmetbarkirin lê xeletiya kesekî çima diavêjin ser stûya hemû penaberan. Ez jî penaber im, 8 sal e li vir dijîm, heta niha bi tu kesî re pirsgirêka min çênebû.”

Penaberê Sûrî yê bi navê Ebdullah Sîdo jî dibêje: “Em hatin vir û Erdogan bi awayekî xweş pêşwaziya me kir. Rewşa Tirkên li vir li gorî Sûriyiyan gelek baş e. Ya rast li vir heqê me tê xwarin, penaberan gelek bi erzanî didin şixulandin. Em Sûrî, li gorî Tirkan zêdetir dişixulin. Biryara qedexeya li ser penaberan, teqez biryareke xelet e. Em hemû neviyên Adem in. Tiştê te diêşîne, min jî diêşîne.”

Piştî pejirandina biryara qedexeya kirêkirina xaniyan 7 hezar penaber ji navçeyê derketine.

Berê niha şaredarê bajarê bajarê Boluyê jî ragihandibû ku heqê fatûrayên av, bacê din ên ji penaberan tên standin li gor hemwelatiyên Tirk 10 qat dê zêdetir bikin da ku penaber ji vî bajarî derkevin.