Hêviya ciwanên Tirk ji pêşerojê şikestiye

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Her roja ku derbas dibe li Tirkiyê bêkarî zêde dibe û ligel xwendekaran, welatiyên bê kar jî li dijî vê rewşê reaksîyonê didin nîşan. Ji sedî 80ê ciwanên bê kar ên li Tirkiyê dibêjin hêrsa me zêde dibe, di şûna daxuyaniyên ne rast ên bêkariyê de, pêwîst e dewlet warên kar ji wan re dabîn bike.

Li gorî daneyên fermî li Tirkiyê 4 milyon 194 kesên bêkar hene, lê li gorî yên ne fermî ku partiyên muxalefetê, dam û dezgeh û welatîyan ev hevmar di ser 10 milyon kesî de ye. Daxuyaniyên fermî yên rayedarên hikûmeta Tirkiyê û daneyên TUIKê yanî Saziya Îstatîstikên Tirkiyê ji aliyê welatiyan ve rasteqîne nayêne dîtin. Li gorî welatî, xwendevan û xebatkarên li kolanên Stenbolê dewlet hatiye wê asteyê ku êdî nikare pêşwaziyê li daxwazên welatiyan bike û çareseriyên mayînde yên ji bo kar û debara welatiyan dabîn bike.

Ciwanekî bêkar Doğukan Turan ji K24ê re got: “Li gorî kîjan daneyan dewleta me dibêje bêkarî kêm e li Tirkiyê, em fêm nakin. Gelo ev bi tenê behsa alîgirên xwe dikin. Bi taybet hin îstatîstîkên tên ragihadin me ciwanan bêhtir hêrs dike. Wekî ku dewleta me bi inyat li dijî me ji bo ku em hêrs bibin van daxuyaniyan radigihîne. Ji xwe em heta qirikê tiijî bûne. Ez nimûneyek im, êvarî dema serê xwe datînim ser balîv bi metirsiya pêşerojê yanî siberojeke nediyar çavên xwe digirim wekî hemû ciwanên di bin bandora bêkariyê de mane.”

Li gorî xwendevanekî welatiyê Tirk ku di heman demê ji bo debara jiyana xwe dixebite jî, hemû daneyên têne ragihandin ji rastiyê dûr in yên derbarê bêkariyê de û baweriya tû kesî jî êdî bi daxuyaniyên rayedaran nayê ji ber ku tû hêviyeke wan ya jiyanê nemaye.

Xwendekar û xebatkar Furkan Gunay dibêje: “Ez xwendevan im lê di heman demê de kar jî dikim. Lê tû rastiya dane û daxuyaniyên dewletê nîn e ya di warê rêjeyên bêkariyê de. Ti hêviyeke me ji siberoja me nemaye li vî welatî. Li Tirkiyê yek tişt nîn e ku di rêya xwe de li gor dilê welatiyan biçe. Dev ji daneyên TUÎKê berdin, hêvî nemaye hêvî. Hemû daxuyaniyên rayedaran eletewş in, ne baweriya xebatkaran ne jî ya kesên li kolanan pê nayê. Ez jî bawer nakim. Gelek tişt hene mirov bibêje lê mixabin tû qîmeta gotinan nemaye li vî welatî. Dewlet ketiye rewşeke wisa ku nikare pêşwaziyê li pêdivî û daxwazên welatiyan bike.”

Li gor rapirsînên têne kirin piştî zêdebûna hejmara bêkariyê û bihabûna jiyana rojane ji sedî 80ê yê welatiyên ciwan bi taybet jî ciwanên ku nû zankoyên xwe xelas kirine naxwazin li Tirkiyê bimînin. Ji 4 ciwanan 3 jê bê hêvî ne ji dahatûya jiyana xwe û ti baweriya wan jî nemaye ku hikûmet çareyekê ji derdê wan re peyda bike û mercên starkirina kar dabîn bike.