“Her diçe Tirkiye hejar dibe”

Li gor lêkolînan jî asta sînora birçîbûn û hejariyê ya li Tirkiyê hatiye asteyeke krîtîk.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Kîloya bacanên sor bigirin heta bi pîvazê û gelek cûreyên din her diçe tê asteyeke wisa bilind ku welatetiyên Tirkiyê êdî nekarin bi kîloyan bikirin, di şûna wê de libo libo pêdiviyên xwe yên rojane bo xwarin û vexwarinê dabîn dikin. Li gor lêkolînan jî asta sînora birçîbûn û hejariyê ya li Tirkiyê hatiye asteyeke krîtîk.

Enflasyon yanî helewesana ku di meha adara 2021an de 15.25 bû di meha Tebexê ya heman salê de çû ser 19.25an. Lê li gorî dam û dezgehên taybet yên aboriyê di nava jiyana rojane de enflasyon wek ji sedî 34 tê hîskirin. Li gor welatî û pisporan nîşaneya wê jî bihayê sebzeyên demsalî, bihabûna kirêyan, bûhayê wesayît û avahiyan û kêmbûna mûçeyan e. Endeksên hejarî û yên asta sînora birçîbûnê jî wê metirsiya dahatûya welatiyên Tirkiyê radixe ber çavan. Welatî li hember vê rewşa hejar reaksiyponê nişan didin û dibêjin em nema karin debara xwe bikin.

Welatî Hande Xan dibêje: “Berê sebze û fêkî li ber avê bûn yanî hingî ewqas zêde bûn. Gelek caran xiradibûn di dolabê de ji ber ku me nedikarî xelas bikin. Lê niha dema ez diçim marketê libe lib distînim, ligel ku kar jî dikim nikarim kilo bi kilo bikirim. Emrê me bi xebatê derbas bû lê dîsa jî em nikarin xwe têr bikin. Gelek însan êdî ji ser çopê xwarinê dixwin.”

Endeksa birçîbûnê jî her diçe zêde dibe. Li gorî lêkolîna Sendîkaya Karkeran ya Turk-Îşê di meha Tebexê de asta sînora birçîbûnê ya malbateke 4 kesî 2 hezar 927 lîre yanî 336 dolar, sînorê xîzanî û hejariyê jî 9 hezar û 533 lîre yanî 1095 dolar e. Serê her mirovekî jî asta hêjariyê ku xwarin û vexwarin, ceyran û av jî di navê de çûye ser 3 hezar û 573 lîreyan yanî 410 dolar. Bi van endeksan derkete holê ku careke din kêmmûçeyê li Tirkiyê ku 2 hezar û 825 lîre, yanî 324 dolar e di bin asta sînora hejariya yek mirovî ya 410 dolaran de maye.

Welatî Sevîl Demîr got: “Bi rastî her tiş gelekî xirabe, ji aboriyê bigirin heta bi tendûristî û perwerdehiyê û debara jiyanê. Em nema karin destê xwe dirêjî kîlok bacanê sor bikin. Xwedê alîkarê me be. Ez ne di kirê de me yek mûçe dikeve mala min, zarok hene bi awayekî şorbeyek dikele li malê, lê yên ku kar nakin çi dikin, em dibnîn zor e, hejarî tiştekî gelekî xirabe. Em dikenin lê halê me yê girînê ye.”

Li gorî rapirsîneke ku ji aliyê Emerikayê ve li ser 40 welatan hatiye kirin, ya derbarê Endeksa Hejariyê de ku danhev yanî berhevkirina encamên vê rapirsînê ji rêjeya bêkarî û enflasyonê hatine bidestxistin Tirkiye, piştî Arjantîn, Nîjerya û Efrîqaya Başûr di rêze çaremîn de cih digire. Aliyê ku di vê rapirsînê de balê dikişîne ji bo piraniya welatan bêkarî wek metirsiyeke mezin xuya dike, lê ji bo Tirkiyê hem bêkarî û hem jî hejarî wek gefeke du qolî xuya dike.