Heyder Şeşo: Nabe ti aliyek rêgiriyê li bangeşeya hilbijartinan li Şingalê bike

Heyder Şeşo got jî: “Ew Erebên li derdora Şingalê di nava DAIŞê de bûn, niha di nava YBŞê de ne.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hêza Êzidîxanê Heyder Şeşo ragihand, ji mafê her aliyekî siyasî bengeşeya hilbijartinan li Şingalê bike û nabe ti kesek rêgiriyê lê bike. Heyder Şeşo got jî: “Ew Erebên li derdora Şingalê di nava DAIŞê de bûn, niha di nava YBŞê de ne.”

Serokê Hêza Êzidîxanê Heyder Şeşo di bangeşeya hilbijartina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li sînorê qezaya Şingalê de gotarek pêşkêş kir û got: Pêwîst bû hêzên ewlehiyê erkên xwe di parastina kandîdan û bangeşeya hilbijartinan de cibicî kiribana, lê mixabin îro hejmarek ji keç û jinên Êzidiyan ku ji aliyê hêzekê ve tên bikaranîn, rêgirî li kandîdên aliyekî siyasî kirin.

Herwiha got: “Bi sedan otomobîlên çekdaran ên bê tabloyên çûnûhatinê li nava Şinaglê diçin û tên. Gelek Erebên derdora Şingalê di nava DAIŞê de bûn, niha di nava YBŞê de ne û hejmara wan ji Êzidiyan jî zêdetir e.”

Heyder Şeşo gotina xwe arasteyî amadebûyên kampîna bangeşeyê kir û got: Hûn çi wek PDKê û çi wek pêkhateya Êzidî divê di erkên xwe yên partîtî û olî de kêmtir xem nebin. Li her cihekî cîhanê yasa rê nade ku rêgirî li kandîdan û aliyên siyasî di dema bangeşeya hilbijartinan were kirin, ji ber wê niha dema wê ku hûn xwedî helwest bin û biryara xwe bidin.

Ev gotinên Heyder Şeşo di demekê de ye, îro çekdarên PKKê li sînorê qezaya Şingalê rêgirî li kandîdên PDKê kirin û rê neda wan biçin Şerfedîn Şingalê ta ku bangeşeya hilbijartinê bikin.

Di wê derbarê de Kandîda PDKê Viyan Dexîl di konferanseke rojnamevanî de PKK bi hêzeke dagîrker bi nav kir û ragihand, ew ê giliyê li wan hêzên biyanî yên li Şingalê ne vekin.