200 milyarên din ji Bexdayê gihîştin Herêma Kurdistanê

Li gor rêkeftinê, heta temambûna hurgiliyên di dahatê û pişka Herêma Kurdistanê de, divê Bexda mehane 200 milyar Dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Hewlêr (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de, îro 200 milyar Dînar ji hikûmeta navendî ve gihîştin Herêma Kurdistanê.

Li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, heta temambûna proseya hurgiliyên di dahatê û pişka Herêma Kurdistanê de, divê Bexda mehane 200 milyar Dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd berî çend rojan ragihandibû, “Ew 200 milyar Dînar ya ku wek sulfe ji bo Herêma Kurdistanê dihat şandin, dê heta dawiya salê berdewam be.”