2 şikeftên DAIŞê li Kerkûkê hatin teqandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Du şikeftên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê teqandin û termê sê çekdaran jî hatin dîtin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê belav kir, hêzên Polîsa Federalî 2 şikeftên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê li başûrê Kerkûkê teqndin. Herwiha 3 termên çekdarên DAIŞê jî hatin dîtin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ragihand jî, li navçeyên El-Ezemiyê û Kerade yên Bexdayê, 2 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Her çend e operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê berdewam in, lê DAIŞ li çend navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rojane, welatiyan û hêzên ewlehiyê direvîne, dikuje û teqînan jî dike.