Serokê “Samaritan's Purse” biryara navçekirina Enkawayê bilind dinirxîne

Franklin Graham: “Ez dixwazim spasiyên xwe yên kûr bigihînim Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo vê biryarê û alîkariya Kiristiyanan û pêkhateyên din.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê rêxistina Samaritan's Purse û saziya Billy Graham, Franklin Graham ji ber hevkariya Kirîstiyanan û pêkhateyên din, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî serdana nahiya Enkawa ya Kirîstiyanî ya ser bi Hewlêrê kir û ragihand, Wezîrê Navxwe, Parêzgar û Encûmena Parêzgeha Hewlêrê radispêrin, ji bo Enkawa bibe qeza (navçe).

Di vê derbarê de Franklin Graham li Twittera xwe nivîsî: “Ez dixwazim spasiyên xwe yên kûr bigihînim Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo vê biryarê û alîkariya Kiristiyanan û pêkhateyên din.”

Serokê rêxistina Samaritan's Purse û saziya Billy Graham hêvî xwast jî ku Serokwezîr û gelê Kurd bên parastin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.