Diyarbekir.. Nirxê hin fêkî û sebzeyan 50 ji sedî zêde bûye

Di pandemiyê de ji ber lêçûnên zêde yên cotkariyê nirxê fêkî û sebzeyan giran bûne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di pandemiyê de ji ber lêçûnên zêde yên cotkariyê nirxê fêkî û sebzeyan giran bûne. Li Diyarbekirê, li bazaran firoşkarên fêkî û sebzeyan û welatî ji bihabûnê bi gilî û gazind in. Firoşkar dibêjin; sedemên bihabûnê lêçûnên zêde û giran yên cotkariyê ne. Welatî jî tînin zimên ku ji berê wan bi 100 lîreyan têra hefteyekê fêkî û sebze dikirîn lê niha 300 lîre jî têrê nake.

Ev der yek ji bazarên fêkî û sebzeyan ya Diyarbekirê ye. Welatî hefteyê carekê ji vê bazarê sebze û fêkiyan dikirin. Rojeva welatiyan zêdebûna nirxê fêkî û sebzeyan e. Bi taybetî ji destpêka pandemiyê ve nirxê hemû pêdiviyên jiyanê zêde bûne. Li gorî daneyên Saziya Jimaryariyan ya Tirkiyeyê (TUÎK) di salekê de nirxê fêkî û sebzeyan %29,38 zêde bûye lê li gorî hin saziyên nefermî nirxê sebze û fêkiyan  li gorî salek berê herî kêm %50 zêdetir bûye.

Welatî: “Biha gelek zêde ne. Nayên kirîn. Ev tiştên min kirine yên du malbatan e.  Biha gelek zêde ne, nayên kirîn. Me par bihayê 100 lîreyan fêkî û sebze dikirî têra hefteyekê dikir lê îsal bihayê 200 lîreyan jî têra hefteyekê nake.”

Welatî Sanya Karayil: “Divê mirov biçe market û qesaban jî. Îro mirov biçe bazar, market û qesabî herî kêm hezar lîre diçe.”

Welatî Xanim Xatûn: “Tişt gelek biha ne, milet feqîr e, meho bûne, nikarin zikê xwe têr bike. Xwedê alîkar be. Me bi 100 lîreyan kîsikên xwe tijî dikirin lê niha bi 150-200 lîreyî jî tijî nabin.”

Welatî Hecî Zumret: “Bi 200-300 lîreyan em encax bikaribin têra xwe sebze û fêkî bikirin. Mesref gelek zêde ye, em qelebalix in. Kîloya fêkî û zebzeyan bi 6-7 lîre, kes ti kes nikare bikire. Kîloya petatan bûye 5 lîre yaw. Par biha baştir bûn, lê îsal gelek biha bûne. Xwarin, rûn û kelûpel biha bûne.”

Li gorî marketan nirxê fêkî û sebzeyan li bazaran erzantir e. Lê dîsa jî li gorî salek berê bihayê hin fêkî û sebzeyan du-sê qat zêde bûne. Kîloya bacanên reş bi 5 lîre, firingî 4, pitat 4, pîvaz 3, xiyar 4, bîber di navbera 3 û 6 û qevdek bexdanoz û nene bi lîreyekê tê firotin. Li gorî gotina bazarvanan heta ku fêkî û sebze ji nav zeviyê digihe ser dezgehên bazarê di 3-4 qonaxan re derbas dibe û di her qonaxekê de mesrefên zêde lê tê xerçkirin û ev jî dibe sedema bihabûnê.

Bazarvan Reşad Îpek: “Mişteriyên ku berê dihatin 3 kîlo sêv dikiriyan niha kîloyekê, kîlo û nîv sêv dikire. Jixwe welatî gelek nikarin fêkî bistînin. Welatî dibêjin, divê ji bo sebzeyan pereyê wan bimîne. Heger piştî ku sebzeyan dikirin pereyên wan zêde bikin fêkî dikirin an nakirin.”

Bazarvan Cengîz Ozturk: “Kîloya balîcanê bi 1-2 lîre bû welatiyan bi kîsan dikirîn. Niha kîloyekê an nîv kîlo dikirin.  Par kîloya balîcanan bî lîreyek, lîre û nîv bû welatiyan dikirîn. Lê sal bi sal giran dibin.”

Ji aliyekê ve bandora pandemiyê ji aliyê din ve bandora hişkesaliyê bû sedema zêdebûna nirxê fêkî û sebzeyan. Bazarvan dibêjin; wan dest ji kareke zêde berda ye û tenê dixwazin çerxa abûriya xwe bizivirînin. Welatî jî tînin zimên ku nirxê lîreyî gelek ketiye û ew jî nikarin wekî berê danûstandinê bikin.