Nûnera NY bûyera rêgirtina li kandîdên PDKê li Şingalê şermezar dike

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê, rêgirtina li kandîdên PDKê li Şingalê ji aliyê PKKê ve şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê, rêgirtina li kandîdên PDKê li Şingalê ji aliyê PKKê ve şermezar kir û ragihand, hemû kandîd azad in li her cihekî bangeşeya xwe bikin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de derbarê rêgirtina li kandîdên PDKê ji aliyê PKKê ve got: “Ez agahdarî wê bûyera li Şingalê me. Hemû partî azad in bangeşeya hilbijartinê bikin. Divê desthilatên li Hewlêr û Bexdayê kar ji bo asayîkirina rewşê bikin. Dizanim bangeşekirin li Iraqê ne hêsan e, lê dubare dikim ku hemû kandîd azad in li kû derê be bangeşeya xwe bikin. Ez wê bûyera rêgirtinê şermezar dikim.”

Derbarê hewlên sextekariya di hilbijartinên bê yên Iraqê de, Plasschaert got: “Hemû erk û armanca me ew e, rêgiriyê li sextekariyê bikin û bi taybet li Kerkûkê, çavdêrên Netewên Yekgirtî her hewlekê didin ji bo serxistina proseya dengdanê. Herwiha çavdêriya hemû aliyan dikin ji bo dûr bin ji gefaxwarina li kandîd û dengdaran.”

Roja 2ê Cotmehê, hejmarek ji çekdarên PKKê li pêş kandîdên Partiya PDKê girtin û rê nedan ew biçin Şingalê ta ku bangeşeya hilbijartinê bikin.